Li ser rêya Diyarbekir – Elezîzê 10 kes di bûyerekê dee birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Diyarbekir Elezîzê mînîbuseke rewiyan û wesaîteke din a kar li hev ketin û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin, li ser rêya Diyarbekir û Elezîzê wesaîteke din ku karê kêşana wesaîtan dike ji piştê ve li mînîbusa rêwiyan daye.

Piştî ku wesaît li mînîbusê dide mînîbus diheje û li bariyeran dikeve û ajokarê mînîbusê û 9 rêwî birîndar dibin.

Li ser bangê jî, tîmên hawarçûnê gihiştine cihê qezayê û birîndar bo nexweşxaneyê veguhastine.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.