Du nûnerên pêkhatan dixwazin tevlî civîna îro ya Dadgeha Federalî bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêkhatên Kurdistanê daxwazê dikin ku du kes wekî nûnerên wan tevlî civîna îro ya Dadgeha Federalî bibin, ku dê ji bo biryardanê li ser skalayên li dijî kursiyên kutayan û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bê kirin.
Biryar e îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) Dadgeha Federalî ya Îraqê li ser skalayên girêdayî qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bicive, nûnerên pêkhatên Tirkmen û Kiristiyanan jî daxwaz kiriye tevlî wê civînê bibin, ji bo ku daxwaza mafên xwe bikin.
Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî Mihemed Sededîn ji K24ê re ragehand, “Em niha li Bexdayê ne, li demeka nêzîk em dê bigehin Dadgeha Federalî û dê daxwaza xwe pêşkêş bikin ku em jî wekî nûnerên rasteqîne yên pêkhatan tevlî wê civînê bibin û bergiriyê ji mafên pêkhatan bikin. Em dê bizavê bikin ku ev daxwaz bê derbazkirin”.
Ev di demekê de ye ku du skala li dijî kursiyên kutayan û awayê hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê li Dadgeha Federalî hatine tomarkirin.
Skala li dijî pênc madeyên qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin ku girêdayî hejmara kursiyên perlemanê, yekbazineyî û pirbazineyî yên hilbijartinan û hejmara kursiyên kutayan li Perlemana Kurdistanê ne, ku ji aliyê Serokê Firaksiyona YNKyê di gera pêncê ya Perlemana Kurdistanê Ziyad Cebar û Endamê Kiristiyanan li Civata Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemon ve hatine tomarkirin.