Li Dihokê bi zêdetirî 13 milyar dînar du proje li ser riya Barzan tên cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dihokê projeya “overpass” û “underpassek” ku ji du “U-Turn” pêk tê, li ser riya Barzan bi têçûna 13 milyar dînar tên cibicîkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27.12.2023an belav kir, bi 13 milyar dînar, projeya overpass û underpass li ser riya Barzan li Dihokê tê cibicîkirin.

Pêştir jî, Endizyara projeyê Newroz Ehmed ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re ragihandibû, ev proje ji du “U-Turn” pêk tê û heyama 450 roj ji bo cibicîkirina wê hatiye diyarkirin û dê di meha Sibata sala bê de temam bibe.

Gotibû jî, bi temamkirina vê projeyê re, qerebalixa zêde li ser cadeya Barzan a Dihokê namîne û çûnûhatina welatiyan hêsantir dibe.

Di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo gihandina xizmetguzariyên zêdetir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 29.04.2022an razemendî ji bo xerckirina, 306 milyar û 639 milyon dînar bi awayê nextî û qonax bi qonax ji bo wê projeyê dabû.