Tirkiye: Yek ji tometbarên “kuştina Osman Kose” hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye radigihîne, yek ji tometbarên kuştina karmendê Konsolxaneya Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Osman Kose, di operasyoneke asmanî de hatiye kuştin.

Ajansa “Anadolu” ji zarê berpirsên ewlekariyê yên Tirkiyeyê ragihand, Cemîl Akar yê bi nasnav “Rênas Dêrik” ku yek ji tohmetbarên êrîşa li Hewlêrê li ser karmandekî Konsolxaneya Tirkiyeyê ye, di operasyoneke Tirkiyeyê de hatiye kuştin.

Ev yek di demekê ye, malpereke ser PKKê ve kuştina Rênas Dêrik di 11ê Berçile de ragihandibû û diyar kiribû ku Rênas Dêrik di 25ê Mijdara sala 2022an de li ser sînorê Îraqê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatiye kuştin.

Êrîşa li ser karmendê Konsolxaneya Tirkiyeyê

Di 17.7.2019ê de çend çekdarên PKKê li kafeteryayeke Hewlêrê êrîşeke çekdarî li dijî karmendekî Konsolxaneya Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Osman Kose kiribûn û di wê êrîşê de du welatiyên Herêma Kurdistanê û Osman Kose canê xwe ji dest dabû.

Di 20’ê Tîrmeha heman sale de jî, 2 berpirsên êrîşê Mazlum Dag û Mihemed Bisksiz û 3 kesên ku alîkarî û destek dabûn wan, ji aliyê Asayîşa Giştî ya Hewlêrê û Yekîneya Dijeterora Kurdistanê ve hatibûn girtin.