Bavê Selahattin Demirtaş koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Bavê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Tahîr Demîrtaş îro di temenê 78 saliyê de, koça dawiyê kir.
Hat ragihandin, bavê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Tahîr Demîrtaş îro li mala xwe ya li Diyarbekirê koça dawî kir.
Tahîr Demîrtaş di sala 2022’an de krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl ya Diyarbekirê dihat dermankirin û piştre hatibû derxistin.
Demê dermankirinê, Selahattîn Demîrtaş bi firopkeya teybet hatibû anîn bo Dîyarbekirê û piştî seredana bavê wî, dîsa hatibû veguhastin girtîgeha Edîrneyê û ev jî bibû sedema gengeşeyê.
Hevserokê HDP yê berê Selahahtîn Demîrtaş di mijdara 2016an de li gel 10 parlementerê HDPê hate girtin û heta niha li bajarê Edîrneyê di girtîgehê de ye.