Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragehand ku droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye pûçkirin û êxistin.
Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) seet 16:54, droneka bombekirî hat pûçkirin û êxistin ku ji aliyê milîşyayên ji-qanûnê-derkeftî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.