Wezareta Pêşmerge: Aştî, aramiya Kurdistanê, garantiya aştî û aramiya Iraq û navçeyê ye jî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge bi tundî êrîşa dronan a li ser baregeheke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dike, ku roja 30.12.2023ê li sînorê Pîrmam-Hewlêrê ji aliyê grûpên deryasayî ve hatibû kirin.

Wezareta Pêşmerge îro 1ê Çileya 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, “Em bi tundî êrîşa dronan a li ser baregeheke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin, ku roja 30.12.2023ê li sînorê Pîrmam-Hewlêrê ji aliyê grûpên deryasayî ve hatibû kirin.”

Wezareta Pêşmerge tekez kir, “Aştî, aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, garantiya aştî û aramiya Iraq û navçeyê ye jî.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em di Wezareta Pêşmerge de bang li hikûmeta Iraqê û hemû dostên xwe yên di Hevpeymaniya Navdewletî de dikin ku ji bo rawestandina van êrişên neberpirsane, alîkarî û piştgiriya me bikin. Ev yek dê ji bo Herêm, Iraq û navçeyê bi giştî bibe sedema aloziyên zêdetir.”

Wezareta Pêşmerge got jî: “Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de berpirsên van kiryarên terorîstî bên dîtin û cezayên xwe yên yasayî werbigirin.”

Herwiha Wezareta Pêşmerge got: “Em careke din tekez dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wek her carê mafê wê heye ku bersiva guncaw bo parastina xak û meletê me bide.”