Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bû
Dêrsim (K24) - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ve, hat ragihandin ku li devera Pulumurê ya girêdayî Dêrsima Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bûye.
Di agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatin dayîn de, hat ragihandin ku îro (Duşem, 1ê Çileya 2024ê) seet 16:28 li devera Pulumurê ya Dêrsimê erdhejek çê bûye.
AFADê, hêza erdhejê wekî 4.2 ragihand.
Her wiha kûrahiya erdhejê jî bi qasî 8.7 kîlometiran hat pîvan.
Di rojên dawî de li bajar û deverên Bakurê Kurdistanê gelek erdhejên hûr û gir çê dibin. Herî dawî doh li devera Colemêrgê ya Geverê, di navbera nîv seetê de 3 caran erdhej çê bûn.