Kerkûk… Artêşa Îraqê bi ser taxeka Kurdan de digire
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeka artêşa Îraqê bi ser taxeka Kerkûkê de girtiye ku piraniya xwecihên wê taxê Kurd in, daxwazê ji xwecihên wê taxê dike ku yekser xaniyên xwe vala bikin û derbikevin, bê ku wan qerebû bikin.
Hêzeka artêşa Îraqê îro pêş nîvro, bi rêya bi dehan hemeran bi ser taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê de girtiye ku piraniya xwecihên wê taxê Kurd in, ew tax dorpêç kiriye û daxwazê ji welatiyên Kurd dike ku yekser xaniyên xwe vala bikin û derbikevin.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, ew hêza arêşta Îraqê bi behaneya wê yekê ku xaniyên wê taxê li ser dema rijêma Sedam Hisênî ji efserên rijêmê re hatibûn çêkirin, gefên derxistin li welatiyên Kurd dike û heta niha hemrên artêşa Îraqê çûne nav heft xaniyan ku xwediyên wan li malê nebûn.
Nêzî 370 malên Kurdan li taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê binecih in. hindek ji wan welatiyan ji bo peyamnêrê K24ê axiftin, amaje da wê yekê ku ew xanî bi pereyên xwe kirine, ev 20 sal in tê de dijîn û çi arêşe nebûne, lê îro ew hêza ewlehiyê hatiye û dixwaze bi xurtî wan derbixe.
Welatiyekî got, “Ew xaniyên ku îro vala bûne û xwediyên wan li malê nebûe, hemerên serbazî çûne di nav de û dagir kirine. Çi kesekî ji me ha ji vê mijarê nebû, xwe muxtarê taxa me jînehatiye haydarkirin. Em serê sibehê ji xewê rabûn û me hemerên serbazî li nav taxê dîtin”.
Herwiha amaje da, “Em ji sala 2003ê were li vê taxê ne, me xaniyên xwe kirine û ev xanî gelek caran hatine kirîn û firotin û me çi arêşe nebûne, lê îro bi qasî hejmara akinciyên vê taxê hemera nîne vê derê û ji me dixwazin ku em derbikevin bê ku me qerebû bikin”.
Welatiyekî din ê Kurd ku parêzer e ji peyamnêrê K24ê re got: “Em nizanim destheltdarên Îraqê çi ji Kurdan dixwazin, me wekî welatiyên vî welatî nizanim û hemî tiştan wekî mafê xwe dibînin. Cudahiyê nakin ka mirov bi ser kîjan aliyê siyasî ve ye, dijî her kurdekî radiwestin”.
Herwiha got, “Ya ku hêza artêşa Îraqê kiriye bi çi rengan qanûnî nîne”. Tekez jî kir, “Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê, hemî bizavên wan hêzên destê xwe danaye ser bajarî ji bo wê yekê bûne ku destê xwe danin ser xaniyên Kurdan wan derbixin”.