Bi biryara Mesrûr Barzanî sê piroje ji bo parastina bajarê Hewlêrê ji lehiyan tên bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Mesrûr Barzanî, bi gojimê zêdetirî du milyar dînaran, sê pirojeyên sitratejî ji bo parastina bajarê Hewlêrê û derodrên wê ji bandorên lehiyan tên bicihanîn.
Îro (Çarşem, 3ê Çileya 2024ê) Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di ragehandinekê de eşkere kir, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û pêxemetî parastina bajarê Hewlêrê û derdorên wê ji bandorên lehiyan, bi gojimê du milyar û 100 milyon dînaran, sê pirojeyên sitratejî keftin di qonaxa bicihanînê de”.
Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye diyarkirin, ew piroje ev in; konkirîtkirina rêya xwezayî li Girdcotyarê, konkirîtkirina rêya xwezayî ya kornîşî li nêzî bajarê Zîlanê û çêkirina pireka heştderî li gundê Tendûreyê yê girêdayî nahyeya Şemamikê.
Parêzgerê Hewlêrê got, “Niha ew her sê piroje di qonaxa bicihanînê de ne û merem ji bicihanîna wan parastina bajarê Hewlêrê û derorên wê ji zirarên lehiyan e, temamkirina wan pirojeyan dê bandor li ser kêmkirina zirarên lehiyan hebe”.
Herwesa amaje da, “Ew her sê piroje dê rêya ava baranê çare bikin. Her sal ji ber baranên zêde, aveka zêde ji wan rêyan derdikeve, pêdivî bû hikûmet ji bo parastina wan deveran ava xwezayî çare bike û ew dever parastî bin”.