Komisyon şandina 294 tanan ji bo Desteya Dadweriyê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê şandina 294 tanan ji bo Desteya Dadweriyê ya hilbijartinan a komisyonê radigehîne. Ew deste dikare ji îro ve heta 10 rojan bersiva wan tanan bide.

Îro (Çarşem, 3ê Çileya 2024ê) Emîndarê Giştî yê Civata Komisyaran a Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Elî Feysel ragehand, “Ji 329 tanan, 294 tan ji bo Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan hatine şandin”.

Li dû gotina wî berpirsê komisyonê, ew tanên ku mane îro dê hûrbînî û lêkolîn ji wan re bê kirin û paşî dê bi merema biryardanê ji bo Desteya Dadweriyê bên şandin.

Herwesa got, “Em 24 seetan ji bo temamkirina tanan kar dikin û me xwastiye em piştrast bibin ku bersivên tanan li gel aliyên qanûnî û teknînkî biguncin”.

Roja Înê, 29ê Berçileya 2023ê, wergirtina tanan li dijî encamên hilbijartinên giştî û taybetî yên civatên parêzgehên Îraqê dest pê kir û ew pirose heta roja Yekşemê, 31ê Berçileya 2023ê, berdewam bû.

Di wê demê de, 329 tan ji aliyê qeware û aliyên siyasî ve li dijî encamên hilbijartinan hatin tomarkirin ku piraniya wan li Bexdayê bûn.

Piştî ku tevaya tanan îro ji bo Desteya Dadweriyê ya hilbijartinan tên şandin, li dû benda sêyê ya madeya 20ê ya qanûna Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê, divê Desteya Dadweriyê di dema 10 rojan de bersiva tanan bide. Paştir jî Civata Komisyaran dê di konfiranseka rojnamevanî de ancamên tanan rabigehîne.