Serok Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Siyada civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Çileya 2024an, pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xancar kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçe û Iraqê, pêşhatên dawî û gefên ewlehiyê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di civînê de, encamên hilbijartinên parêzgehên Iraqê, hevahengiya aliyên serketî ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî li parêzgehan û pêwîstiya dabînkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re li parêzgehên Iraqê hatin gotûbêjkirin.