Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî dike û danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û gefên ewlehiyê dikin.
Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û gefên ewlehiyê li hev guhertin û herwesa êrîşên li ser Pêşmergeyan li Pîrmamê şermezar kirin.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdisatnê û Hikûmeta Federalî û bicihanîna bernameyên Hikûmeta Federalî kirin ku pêştir lihevkirin li ser wan çê bûbû.