Peyamnêrê K24ê: Arêşeya taxa Newrozê ya Kerkûkê berdewam e
Kerkûk (K24) - Peyamnêrê K24ê Soran Kameran di derheqa bizavên asayîkirina rewşa taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê de ragehand, arêşeya taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê hêşta berdewam e û di bizava dawiyê de jî artêşa Îraqê xwestiye kesûkarên xwe di heft xaniyên wê taxê de binecih bike.
Peyamnêrê K24ê amaje da, ew heft xaniyên ku arêşe li ser hebû hêşta li xwediyan wan nehatine vegerandin û niha polîs û artêş li bernaberî wan her heft xaniyan hatine binecihkirin û ew arêşe ji bo yekalîkirinê veguhastiye dadgehê.
Herwesa ragehand, merema serekî ya artêşa Îraqê ew e ku Kurd ji wê taxê bên derxistin, ku 120 malbatên Kurdan piştî sala 2003ê li wê taxê binecih bûne, lewma li dû gotinên xelkê wê taxê, “Artêşa Îraqê şerî difiroşe Kurdan û dixwaze Kurd wê taxê berbidin”.
Ev çend roj in ku artêşa Îraqê li nav taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê hatiye belavkirin û berhingarî xelkê wê taxê bûye.
Doh (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) hêzên artêşa Îraqê berhingarî xelkê taxa Newrozê ya Kerkûkê bûn. Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo pêştir ragehandibû, “Ew heft xaniyên taxa Newrozê ku artêşa Îraqê di çend rojên borî de xwe tê de binecih kiribû, hejmareka malbatên Ereb di wan xaniyan de hatine binecihkirin, xelkê wê taxê jî rê Ii wê yekê girtiye û di encamê de girjî di navbera xelkî û artêşa Îraqê de çê bûne”.