Li Efrînê teqîn.. 2 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna bombeyekê de li nava bajarê Efrînê de, 2 kes birîndar bûn.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re got, îro danê êvarê li ser riya Raco li nêzîkî firneya Ebû Îmad bomeyek ku konteynireke çopê de hatibû danîn teqiya.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de, 2 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.