3 bazirganên madeyên hişbir li Hewlêrê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 bazirganên madeyên hişbir girtin û dest danîn ser 5 kîlo madeyên hişbirê yên ji cureya krîstal.

Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişber îro di daxuyaniyekê de ragihand, zanyarî gihîştin ber destê wan ku 5 kîlo madeyên hişber ên krîstal derbasî bajarê Hewlêrê bûne, wan jî li vê zanyariyê dest bi lêkolînên xwe kirin.

Diyar kir jî, wan karî cihê 2 kesên biyanî li hotekê destnîşan bikin û piştî lêkolînê û wergirtina biryara dadwerê lêkolînan, tîmên wan şeva 5/6ê Çileya 2024an de, 3 kes desteser kirin ku 5 kîlo madeyên hişbirê yên krîstal di otomobîla wan de hat dîtin.