Li Dihokê 14 projeyên xizmetguzariyê tên cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê 586 milyon dînar ji bo cîbicîkirina 14 projeyên xizmetguzariyê li Duhokê xerc dike.
Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ji bo cîbicîkirina 14 projeyên xizmetguzariyê yên cuda li Dihokê, razemendî ji bo xerckirina 586 milyon dînar ji bo Serokatiya Şaredarî û Rêveberiya Giştî ya Geştûguzar û Ava derdora Dihokê nîşan da.
Ev pere ji sedî 100 dahata firotina zevî, ji sedî 17ê dahata avê, ji sedî 15ê dahata şaredariyê û ji sedî 15ê dahata geştûguzariyê tên veqetandin.
Projeyên ku li Dihokê bên cîbicîkirin ev in; Çêkirin û qîrkirina rêyan, nûjenkirin û çêkirina dîwarê palpiştê û pêşangeha geştiyariyê, dabînkirina daran û sîstemên rêkxistina avdaniya deverên kesk, dabînkirina mazotê ji bo rêveberiya ava Dihokê û tora ronahiyê.