Li Diyarbekirê daxwaza zêdekirina stargehên bo kûçikên kolanan tê kirin
Diyarbekir (K24) – Ji ber zêdebûna kûçikên kolanan û êrîşkariya wan a li dijî mirovan, ji aliyê Nexweşxaneya Ajalan a ser bi Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ve daxwaz tê kirin ku ji bo parastina van ajalan stargeh bên zêdekirin û ji bo parastina mirovan jî divê ji bo hemû cure kûçikan pergala çîpê were sepandin.
Li Diyarbekirê ji bo ku pêşî li zêdebûna bê serûber a kûçikên kolanan bê girtin, ji aliyê Beşa Beytariyê ya ser bi Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ve bang hat kirin ku xebata xesandinê bê kirin. Ji bo ku rewşa harbûn û nexweşîna hemû cure kûçikan jî bikeve bin venêrînê, hat xwestin ku pergala çîpê bê bikaranîn. Ji aliyê berpirsên Nexweşxaneya Ajalan a Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ve rewşa giştî ya van canên kolanan, wiha hat nirxandin:
Rêveberê Nexweşxaneya Ajalan Prof. Dr. Hasan Îçen ji K24ê re got: “Ev zagona çîpê derket, baş bû. Divê ajalên bi xwedî û bê xwedî hemû bên çîpkirin da ku çi derzî li wan ketibe, ji ku derê hatibin, çend salî bin; em bi van çîpan fêm bikin. Dema ku kûçikek ji we netirse, ew ê êrîşê we bike, dema hûn birevin jî dê bide peyî we. Dema kûçikek dev li we kir, teqez di nav 24 saetan de derziya harbûnê li xwe bidin lewra çareseriya êşa harbûnê tuneye. Dema 72 saet derbas bibin, êdî derzî jî nabe çareserî.”
Li Ewropayê dema mirov bi hincetên cuda ajalên xwe bihavêjin derve, ew xwediyên ajalan bi sizayên mezin tên sizadan Ev pergal niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tuneye lê belê li gorî beytarên pispor, her çiqas rewşa Diyarbekirê ya di warê parastina ajalan de ber bi başiyê ve biçe jî pêdivî bi stargehên zêdetir heye. Ajalhez jî dixwazin ku sizayên bi vî rengî li her derê bên sepandin da ku kes wekî pêlîstokan li ajalan nenihêre.
Welatî Mahsûm Alabay dibêje: “Divê stargeh bên zêdekirin û divê şert û mercên jiyana wan a rojane bên başkirin. Mafên wan ên jiyanê jî hene. Ne rast e ku xelk wan bi pereyan bikire û piştre wan bihavêje kolanan lê mixabin ev yek dibe. Ji ber vê jî divê stargeh bên zêdekirin û hemû mafên wan bên parastin.”
Beytarên pispor ên Zanîngeha Dîcleyê dixwazin ku mafên jiyan û tenduristiya mirovan bi rêk û pêk bên parastin. Lewra ajalhez jî naxwazin ku di bin navê parastina mirovan de tade li ajalên kolanan bê kirin.