Mesrûr Barzanî: Ez ji çi kes û aliyan qebûl nakim destê xwe li ser karker û hejaran dirêj bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav civîna Civata Wezîran de radigehîne, “Ez ji çi kes û aliyan qebûl nakim destê xwe li ser karker û hejaran dirêj bikin”.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, tewerekê civîna îro (Çarşem, 10ê Çileya 2024ê) ya Civata Wezîran “pirsa nehêlana zêdegaviyan li ser cihên giştî” bû.
Herwesa got, di wê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa êrîş û sivkatîkirinên bi xelkê hejar li jêr navê rêgiriya li zêdegaviyan got, “Ez ji çi kes û aliyan qebûl nakim destê xwe li ser karker û hejaran dirêj bikin”.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa amaje da ku Serokwezîrî ragehandiye, “Eger aliyên îdarî xwast zêdegaviyan nehêlin, divê hindek pilanên din ji bo wan kesan hebin ên ku nanê xwe li ser wan karan peyda dikin, arîkariya wan bikin û cihên ji yên wan baştir û guncayîtir bidin wan”.