Encûmena Wezîran pêşwaziyê li hewlên ji bo rakirina astengiyên li pêş xerckirina bûdce û mûçeyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 10.01.2024an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di xala yekem de, encamên serdana vê heftiyê ya şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, ji aliyê Wezîrê Aborî û Darayî Awat Şêx Cenab û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ve hatin pêşkêşkirin, ku taybet bû bi guftûgokirina li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, sererastkirina yasaya bûdceya federal, destpêkirina hinardekirina petrolê, lêçûnên berhemanîn û veguhestina petrolê û pêşkêşkirina proje û pêşniyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hikûmeta federal hat kirin.

Encûmena Wezîran destxweşî li şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber hewlên wan yên ji bo bidestxistina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê û gihandina zanyariyên pêwîst û vekirina dosyeyên saziyên Herêmê bo komîteyên hevbeş ên Desteya Çavdêriyê di warê mîlaka wezîfî, neft û dahatên xerciyên neftî û neneftî de. Di heman demê de Encûmena Wezîran xweşhaliya xwe nîşan da, li hember têgihiştinên vê dawiyê yên Hikûmeta Federalî û pêşkeftina ji bo serrastkirina yasaya bûdceya federalî û rakirina sînordarkirinên yasayî yên ku rê nade xerckirina pişka bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, bi taybet jî mûçeyan ku mafê darayî yê karmendan e divê tevlî pirsgirêk û babetên din neyê kirin.

Di derbarê paşxistina mûçeyan de jî, Encûmena Wezîran tekezî li ser helwesta xwe dike ku divê hikûmeta federal bi erkê xwe yê şandina mûçeyan cîbIcî bike û em çaverê dikin ku hikûmeta federal weke navçeyên din ên Iraqê, mûçeyên Herêma Kurdistanê di vê mehê de bide. Di vî warî de em pêşwaziyê li hewlên hevbeş ên her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dikin ku bigihin rêkeftineke berfireh ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêka mûçeyan û bercestekirina vê rêkeftinê di nav sererastkirina yasaya bûdceya federal de. Tiştê ku li ser erkê Herêma Kurdistanê bû, hat cîbicîkirin û ji bo vê mebestê jî emê li ser hevahengî û hevkariyê berdewam bin.

Di xala duyem de, guftûgo derbarê rêkarên wezaretên pêwendîdar yên taybet bi cîbicîkirina biryara Encûmena Wezîran a derbarê diyarkirina qedexeyên rêyên giştî ji bo rakirina zêdegaviyên li ser rê, cade û cihên giştî ji aliyê wezîrên pêwendîdar ve, hatin kirin.

Destpêkê, Serokwezîr ji bilî raspardina wezaretên peywendîdar ji bo parastina rê, cade û cihên giştî wek milkê giştî ji her zêdegaviyên ku ziyanê digihîne berjewendiya giştî ya welatiyan li gorî rêkar û mekanîzmayên ku di yasaya parastina rêyên giştî de hene, daxwaz kir ku di çarçoveya yasa de serederî bi van zêdegaviyan re were kirin. Di vê derbarê de Encûmen Wezîran dezgehên pêwendîdar raspardin ku milkên giştî û rê û kolanan ji her zêdegaviyan biparêzin ku li dijî berjewendiyên giştî yên welatiyan bin.