Dem Partî roja yekşemê pêşhilbijartina bernamzedan dike

Diyarbekir (K24) – Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (Dem Partî) li Diyarbekirê destpêkirina xebatên hilbijartinên şaredariyan ragihand. Di daxuyaniya ku bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl hat rêvebirin de hat gotin, ew ê qeyûman car din bişînin Enqereyê û dê şaredariyên xwe car din bi dest bixin.

Di daxuyaniya Dem Partiyê de ku bi beşdariya girseyeke qelebalix pêk hat de hat diyarkirin, bi destpêkirina xebatên hilbijartinên şaredariyan re. desthilatî hewl dide bi rêbazên şerê derûniyê û bi guherandina navnîşanan a ku li deverên bi ser nakeve, xebatên li herêmê têk bide.

Hat gotin jî, bi hişmendiya qeyûman tê xwestin ku vîna gel bê talankirin û di vê pêvajoyê de bêdengmayîna zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir balkêş e. Hat diyarkirn ku êdî gel biryar daye û dê rê nede hişmendiya qeyûman.

Her wiha hat ragihandin, bi bi sedan namzedên wan xwe ji bo pêşhilbijartinê amade dikin û ew ê ligel xelkê herêmê di 31ê Adara 2024an de bersiveke baş bidin û vê pêvajoya heyî bidawî bikin.

Herî dawî bang li gel hat kirin ku dê vê yekşema bê (14.01.2024) pêşhilbijartin bên kirin û ji bo wê ew ê ligel endamên partiyê li ser sindoqan bin. Bi vî awayî dê destpêkirina bi rêk û pêk a xebatên hilbijartinê jî roja yekşemê dest pê bike.