Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir hevahengiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir a Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên Hişbir a Iraqê hemahengî li dijî madeyên hişber kirine.

Efserê Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir Arkan Bîbanî ji K24ê re ragihand: “Ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir, hevahengiya me bi Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên Hişbir a Iraqê heye, ji bo di dema pêwîst de pêşîgirtina li bazirganiya madeyên hişbir û girtina qaçaxçiyan hevkarî û hevahengiyê bikin.”

Bîbanî got: “Weke Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir, rêveber û efserekî me, endamên Odeya Operasyonên Hevbeş li Bexdayê ne, ew beşdarî civînan dibin û berdewam pêwendiya me bi wan re heye.”

Amaje bi wê kir jî: “Meha borî, Wezareta Navxwe ya Îraqî spasnameyek taybet pêşkêşî dezgeha me kir ji bo kar û çalakiyên wê yên li dijî madeyên hişbir.”

Li gor amarên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir di sala borî de li parêzgehên Hewlêr û Dihokê, 2482 kes bi tometa kirîn, firotin û bikaranîna madeyên hişbir hatine girtin.

Her li gor amaran jî, di sala 2023an de 343 kîlo hebên Kaptagon û Lexus û 6236 şirît hebên bijîşkî û 482 kîlo û 126 gram hebên curbicur ên madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Ji aliyekî din ve, Birêveberê Giştî yê Karûbarên Madeyên Hişbir li Wezareta Navxwe ya Iraqê Lîwa Mafperwar Ehmed Zirkanî gotibû, hevahengiyeke bilind di dosyeya madeyên hişbir de di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye, ji bo vê mebestê jî tîmeke hevpar hatiye avakirin.

Lîwa Mafperwar Ehmed Zirkanî diyar kir, di sala 2021ê de, 500 kîlogram û di sala 2023an de jî çar ton madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Da zanîn jî, 3 bergumanên madeyên hişbir di sala 2022an de bi cezaya bidarvekrinê hatin cezakirin û di sala 2023an de jî, 50 bazirganên madeyên hişber bi davekirinê hatin cezakirin.

Pêştir helmeteke niştimanî li Iraq û Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûn û jinavbirina madeyên hişbir hatibû destpêkirin, ku li gor berpirsên ewlehiyê, parêzgeha Kerkûkê ku cihê bazirganiya wan madeyan e, bi giştî li parêzgehê herî zêde ew madeyan tên bikaranîn.

Rêveberê Rêveebriya Nehîştina Madeyên Hişber li Kerkûkê Mihemed Etiya ji K24ê re ragihand, piştî ku Wezîrê Navxwe Ebdulemîr Şemerî giringiyeke mezin da kampaniya rûbirûbûna madeyên hişbir, me bi hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, karî hejmareke mezin ji wan torên bazirganiyê bigirin.

Mihemed Etiya got jî: “Me nêzî 15 ton madeyên hişbir desteser kirine û tometbar jî sewqî dadgehê hatine kirin.”