Li Hewlêrê çend dengên bilind hatin bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê çend dengên bilind hatin bihîstin û li gor şahidhalan, çend mûşek li asman hatin teqandin
li Hewlêrê derengiya şeva Duşemê 15.1.2024 çend dengên bilind hatin bihîstin, li gorî zanyariyan jî, êrişa mûşekî li nêzîkî Mela Omer û gundê Kelekên yên ser bi Hewlêrê bûye.
Heta niha jî cihê mûşek jê hatine avêtin ne diyar e, çend şahidhalan jî ji K24ê re gotin, “çend mûşek li esmanan hatin teqandin”.
Di vê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di yekemîn karvedana li hember van êrîşan de got: “Hewlêr neheje, nalirze û netirse.”