Bi beşdariya Serok Barzanî termên 2 şehîdên şeva borî ya li ser Hewlêrê bi xakê tên spartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî îro 16.01.2024an merasîma bixakspartina termê termên êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê birêve diçe.
Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.
Piştre Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”
Diyar kir jî, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ragehand, “Ev êrîş û dijminatiyên li beranberî Herêma Kurdistanê çi sedem nînin û bêbehane ne, her tiştekê ji destê me hatî li Herêma Kurdistanê me kiriye, ji bo ku em zêdetir xizmeta xelkê xwe bikin û bi rengekê aştiyane jî peywendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixin”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Mixabin, ew êrîş gelek bêsedem in û nabe bi çi rengan bê bersiv bimînin, em hêvîdar in Civaka Navdewletî arîkar be, ji bo ku ew êrîş bidawî bên ên ku tên ser Herêma Kurdistanê û rêyê bidin me ku em bikarin bi aştî û azadî li welatê xwe bijîn”.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Serokê Lineya Lêkolînê ji bo Êrîşên Mûşekî yên Artêşa Pasdaran li ser Hewlêrê Qasim Arecî serdana cihê hatiye armanckirin kir û ji K24ê re got, “Eşkere ye û ji me re diyar bûye ku ev xaniyê hatiye mûşekbarankirin mala bazirganekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye.”