Li Parêzgeha Hewlêrê 3 roj wek şîna giştî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê ji îro ve 3 roj wek şîna giştî li sînorê parêzgeha Hewlêrê ragihand.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de got: “Ji ber êrîşên nerewa yên hêzên Îranê şeva borî li ser bajarê Hewlêrê, ku di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji Xwedê daxwazkar in ku şehîdên vê êrîşa terorîstî, bi bihuştê şad bike û şifayê ji birîndaran re dixwazin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Em bi tundî vê êrîşa nerewa û zalim dikin, ku bê hincet û bingeh xelkê sivîl û bêguneh kirine armanc, şermezar dikin. Ji îro û ve li parêzgeha Hewlêrê sê roj wek şîna giştî ragihandinînin.”
Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.
Piştre Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”
Diyar kir jî, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”