Koçka Spî tekezê li ser parastina seqamgiriya Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî di ragehandinekê de eşkere kiriye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan li Davosê civiyane û di wê hevdîtinê de Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê êrîşên artêşa Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê û şehîdkirina welatiyên sivîl bi tundî şermezar kirine.
Koçka Spî herwesa amaje daye ku, her du aliyan giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê HIkûmeta Federalî ve bo Hewlêrê tekez kiriye.
Her di wê ragehandinê de hatiye, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê rêz ji bo Herêma Kurdistanê wekî hevpareka giring a Amerîkayê diyar kiriye û piştevaniya welatê xwe jî ji bo Hewlêrê tekez kiriye.
Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.