Luîs Sako: Herêma Kurdistanê devera pêkvejiyan û aştiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kardînal Luîs Sako amajeyê dide wê yekê ku Xudê mirov çê kirine ji bo ku bi ewlehê bijîn, ne ku bên armanckirin. Herwesa dibêje, “Herêma Kurdistanê devera pêkvejiyanê ye”.
Kardînal Luîs Sako îro (Çarşem, 17.1.2024) di dema tevlîbûna xwe di behiya qurbaniyên êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Hewlêrê de got, “Xudê mirov ji bo wê yekê çê kirine ku bi ewlehî bijîn, ne ku bên armanckirin, vêca ew armanckirin li Hewlêrê be an li Libnanê an li Sûriyeyê an jî li Ukraynayê”.
Kardînal Luîs Sako herwesa amaje da, “Gef û şer aştiyê li dû xwe nayînin, belkî tiştê ku aştiyê peyda dike ew e ku danûstandin bên kirin û pêkve rûbinin û rêzê li hev bigirim”.
Kardînal Luîs Sako pêdivî jî zanî ku serweriya Herêma Kurdistanê wekî pareka serweriya Îraqê bê parastin. Herwesa got, “Li ser Hikûmeta Federalî ya Îraqê pêdivî ye ku rêkarên pêdivî ji bo parastina axa xwe û bergirîkirina ji welatiyên xwe bide ber xwe”.
Kardînal Luîs Sako tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê ji salên 1990an were devereka bisilamet e û hemî pêkhat tê de pêkve jiyane. Ev jî bi temamî berivajî deverên dî yên Îraqê ye û xasma piştî sala 2003ê ku berdewam arêşeyên olî û mezhebî û taîfî lê hebûne”.
Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.