Fuad Hisên: Hewlêr û Bexdayê lihevkirineka nû ji bo hinardekirina petrola Herêma kurdistanê îmza kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê radigehîne, diplomasiya me li bernaberî Îranê ron e, hindek ji berpirsên wan nikarin ewlehiya xwe kontirol bikin û arêşeyên xwe yên navxweyî ji bo derve vediguhêzin. Di derheqa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî eşkere kir, “Di du rojên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê lihevkirineka nû li ser arêşeyên doza petrolê îmza kir.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Çarşem, 17.1.2024) li nav Korbenda Davosê di panelekê de li Mala Kurdistanê ragehand, “Berî du rojan Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê lihevkirineka nû li ser arêşeyên doza petrolê û çarekirina arêşeyên hilawîstî yên di navbera xwe de ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê îmza kiriye”.
Wezîrê Derve yê Îraqê herwesa amaje da, “Em pêşbînî dikin ku di paşerojeka nêzîk de piroseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin”.
Fuad Hisên herwesa got, “Me peywendiyeka dîrokî bi Îranê re heye, peywendiyên bazirganî di navbera me de hene, me herdem bizav kiriye li ser bingeha berjwendiyên hevpar peywendiyên xwe pêş ve bibin”.
Wezîrê Derve yê Îraqê got jî, “Li beranberî wê serederiya Îraqê, Îran rêyeka dî û zimanekê dî bi kar tîne, lewma em êdî nikarin bi wî rengî ji wê qebûl bikin. Îranê pêştir jî êrîş kiriye ser Herêma Kurdistanê, ev ne cara yekê ye ku Herêma Kurdistanê dike armanc”.
Fuad Hisên herwesa amaje da, “Piştî vê êrîşê ku berî du rojan kiriye ser Hewlêrê, em neçar in careka dî van êrîşan şermezar bikin û biçin dinyaya derve û li ser astê Civaka Navdewletî biaxivin. Komkara Erebî van kiryarên teroristî bi tundî şermezar dike. Herwesa min nameyek ji bo civata ewlehiya Newyorkê şandiye, em dixwazin ew jî bên ser xetê û bi Hikûmeta Îraqê re wê êrîşê şermezar bikin”.
Got jî, “Em naxwazin çi arêşeyan ji bo Îranê çê bikin, belkî ew dixwaze arêşeyan ji me re çê bike. Em danûstandinan bi wan re dikin, ew moşekan diavêjin me, ew danûstandinên me bi rengekê dî bersiv didin”.