Elawî: Destdirêjiya Îranê li ser Îraqê nîşana berfirehbûna şerê Xezzeyê ye

Eyad Elawî
Eyad Elawî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî amajeyê dide, ji ber êrîşên dijminkarane yên Îranê li ser Îraq, Sûriye û Pakistanê, nîşanên berfirehbûna şerê Xezzeyê diyar dibin.

Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî Eyad Elawî îro (Çarşem, 17.1.2024) di ragehandinekê de got, “Êrîşên dijminkarane yên Îranê li ser Îraq, Sûriye û Pakistanê û herwesa berdewamiya êrîşên Israîlê bo ser Xezzeyê amajeyên nerênî ne ji bo berfirehbûna şerê Xezzeyê li Rojhilata Navîn”.

Herwesa Elawî pêdivî dibîne ku hemî alî xwe rabigirin û Civata Ewlehiyê ya Navdewletî jî bi lez desttêwerdanê ji bo êminkirina rewşên xirab ên deveran bike ji bo ku zêdetir zirar jê çê nebin.

Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.