Serok Barzanî: Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê zulmeka mezin bû

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê ji Serok Barzanî re ragehand ku serdana wan ji bo diyarkirina dilsozî û piştevaniya welatê wan e ji bo xelk û Herêma Kurdistanê li beranberî wê êrîşa bêbehane ya ku artêşa Pasdarên Îranê kiriye ser Herêma Kurdistanê.

Balyozê Brîtanyayê ji ber şehîdbûna çend welatiyên sivîl di wê êrîşê de serexweşî li Serok Barzanî kir. Herwesa navbirî ragehand ku Brîtanya rêzê li parastina yekparçeyî û serweriya axa Îraqê digire û nabe Îraq û Herêma Kurdistanê bibin meydana tundûsîtjiya welatên deverê, herwesa pêdivî ye Îraq û welatên cîran rêzê li serweriya axa yek bigirin.

Serok Barzanî spasiya piştevanî û dilsozî û hevxemiya Balyozê Brîtanyayê û Hikûmeta Brîtanyayê kir û bi navê gelê Kurdistanê û malbatên şehîdên karesata Hewlêrê spasiya gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.

Herwesa tekez kir, “Em herdem hebûna peywendiyên dostane û bihêz ên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi welatên cîran re li ser bingeha rêzgirtina hevpar dixwazin”.

Herwesa Serok Barzanî ragehand, “Ew êrîşa artêşa Pasdarên Îranê bi behaneyên nerast û bêbingeh kiriye ser Hewlêrê zulmeka mezin bû li gelê Kurdistanê hatiye kirin, herwesa binpêkirina serweriya axa Îraqê û herêma Kurdistanê bû”.

Serok Barzanî herwesa amaje da “Îradeya gelê Kurdistanê bi êrîşên ji vî rengî naşkê, belkî bihêztir û mukomtir dibe”.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje da, “Em qet bi girjî û alozî û têkçûna peywendiyên xwe bi çi welatekî re nînin, berivajî, em dixwazin peywendiyên me hevseng û dostane bin, lê em naçin bin barê sepandina biryar û siyaseta xwesepîn a çi welatan, herwesa em li jêr çi givaştin û êrîşan destan ji nirxên xwe yên bilind û pîrpz û doza rewa ya gelê xwe bernadin”.

 

Fly Erbil Advertisment