Matthew Miller: Em dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Matthew Miller
Matthew Miller

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike, herwesa piştgiriya Amerîkayê jî ji bo Herêma Kurdistanê tekez dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konfiranseka rojnamevanî de di derheqa êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê de ragehand, “Em êrîşên Îranê şermezar dikin û em dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê jî berdewam bin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje da ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û bê dudilî ew êrîş şermezar kir.

Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.