Konsulxaneya Amerîka: Em êrîşa Îranê ya li dijî sivîlên Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê li ser bajarê Hewlêrê şermezar dike û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan dike.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê di daxuyaniyekê de got: “Em êrişên vê dawiyê yên tund û bêbihane yên Îranê li dijî sivîlên Herêma Kurdistanê û êrişên dronî yên berdewam li seranserê navçeyê bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha Konsulxaneya Amerîkayê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re xwast û ji birîndaran re jî baş zû hêvî kir.

Konsulxaneya Amerîkayê dibêje: “Em binpêkirina aşkere ya Îranê li ser serweriya Iraqê şermezar dikin û li hember wan hemû nûçeyên derew ên ku di medya û torên civakî de belav dibin, em dixwazin zelal bikin ku di êrîşên Îranê yên di 15ê Çile de, ti navendeke Amerîkayê zirar nedîtine.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî duh di konfiranseka rojnamevanî de ragehandibû, “Em êrîşên Îranê şermezar dikin û em dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê jî berdewam bin”.

Diyar kir jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û bê dudilî ew êrîş şermezar kir.

Fly Erbil Advertisment