Mueyed Teyîb: Ya ku hindek ji Îranê qebûl dikin, em jê qebûl nakin

Mueyed Teyîb
Mueyed Teyîb

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê gelek rengvedan li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê li pey xwe anîn. Her roj xelk li dijî wê êrîşê xwenîşandanan dike û peyamên nerazîbûnê bilind dike. Çavdêrekê siyasî amajeyê dide peyamên li pişt wê êrîşê û encamên wê.

Şirovekerê siyasî Mueyed Teyîb îro (Pêncşem, 18.1.2024) li ser êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê û xwenîşandanên nerazîbûnê li bajar û bajarkên Kurdistanê wekî rengvedana nerazîbûnê taybet ji K24ê re got, “Dihok kelha Kurdperweriyê bû û niha jî maye kelha Kurdperweriyê, lewma jî tiştekê gelek xwezayî ye ku îro xelkê bajarê Dihokê hevsozî û hevxwemiya xwe ji bo paytexta xwe Hewlêrê diyar bike. Em dibêjin xelkê Hewlêrê û hemî bajarên Kurdistanê, xem û birînên we xem û birînên me ne. Herwesa em bikerên vê tawanê rûreş û şermezar dikin”.

Mueyed teyîb herwesa got, “Gelek caran tê gotin ku hestê Kurdperweriyê lawaz bûye, her car bersiva min ew e ku dijminên me çi caran nahêlin hestê Kurdîniyê lawaz bibe, ji ber ku ew dê her car bîra me bînin ku em Kurd in û dê her car xedrê jî li me bikin, lewma jî ez çi caran bigoman nînim ku riha kurdîniyê û hestê neteweyî lawaz bibe”.

Di derheqa êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê de jî got, “Îranê sê peyam hebûn, peyamek ji bo navxweya Îranê bû ku bêbêje xelkê xwe em jî dewleteka zilhêz in û me jî moşekên Balistî hene û em jî dikarin ji nav axa xwe moşekan biavêjin welatên din. Lê ev peyam negehişt xelkê wan, ji ber ku xelkê Îranê û nan û azadî divên.

Zêdetir jî ron kir, “Dema îro Pakistanê bi moşekan bersiva Îranê da û serkirdeyekê Pasdaran kuşt û di dawiya beyannameya xwe de got, her kesekê gefan li me bike, em haydariyê nadin û tila me li ser celepkê ye, ji nû Îranê got bila em bi rêyên diyalogê arêşeyan çare bikin”.

Herwesa amaje da, “Peyama duyê ya Îranê ji bo desthilatdarên Herêma Kurdistanê bû ku ew jî wekî desthilatdarên Bexdayê stûxwarên Îranê bin û bi gotina wê bikin, lê ev peyam jî negehişt ji ber ku Serok Barzanî her zû di beyannameya xwe de got, hûn dikarin me bikujin lê hûn nikarin îradeya me ji me bistînin”.

Tekez jî kir, “Ev tûrebûna xelkê me li nav Herêma kurdisatnê û li derveyê Kurdistanê jî wê yekê diyar dike ku ew îrade ji me nayê standin, yanî peyama Îranê ya duyê jî negehişt”.

Wî şirovekerê siyasî gotina xwe temam kir, “Peyama sêyê ji bo Israîl û Amerîkayê bû û ew peyam gehişt, wê xwast bibêje wan em xwe nêzî we nakin û ji me zêde ye ku em moşekekê biavêjin we, em dê hindek fişefişê li derdora we bikin tenê ji bo ku hindek baweriyê ji bo xelkê xwe çê bikin, û ev lihevkirineka kevn e”.

Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê li ser Îranê nebûye gef, belkî Herêma Kurdistanê ji bo kelûpelên wan sûkek e. Her sal ew bi milyaran dolaran ji vê Herêmê qazanc dikin“.

Mueyed Teyîb bal kişand ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê jî, “Xelkê Herêma Kurdisatnê jî bi rastî çi tiştek li dijî gelên Îranê nîne, xelkê Kurdistanê ji edebiyat û stiran û muzîka Îranê hez dike û hest dike ku ew yek ji nêzîktirîn gelan e ji bo me, ji ber ku zimanê wan nêzî zimanê me ye û gelê wan jî nêzî gelê me ye”.

Li dawiyê dîsa diyar kir, “Îran dixwaze Herêma Kurdistanê bi gotinên wê bike, ev jî li beranberî serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê û cîrantiyê bêrêzî ye. Herêma Kurdistanê li ser çi welatan gef nebûye, lewma jî ewa hindek ji Îranê qebûl dikin, em jê qebûl nakin. Heta niha jê nehatiye qebûlkirin û beyannameya Serok Barzanî bersiveka ron û eşkere bû ku ew nikarin îradeya me ji me bistînin”.

Navbirî bal kişand ser rengvedana gelên din jî li beranberî vê karesatê û got, “Eger em berê xwe bidin rengvedanên vê karesatê, Erebên Îraqê jî hevsozî û hevxemiyeka mezin nîşan da. Gelek şirovekarên Ereban ên siyasî tûre bûne jî”.

Mînakeka wî ya dî jî ev bû, “Eger em berê xwe bidin kongirê Davosê jî, Wezîrê Derve yê Îranê li wê derê ye lê çi kesek pê re nerûniştiye, ne Serokwezîrê Îraqê û ne jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Zêdetir jî behs kir, “Li beranberî wê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku serokwezîrê herêmekê ye, her roj bi hejmareka serok û serokwezîrên welatan re rûdine û civînan dike”.

Li dawiyê jî amaje da, “Îranê xwe kirêt kiriye, çi kesek bi Wezîrê Derve yê Îranê re narûne. Ev tenê jî peyameka gelek mezin e ji bo wan, eger wan xem hebe ku rûyê Îranê li beranberî xelkê cîhanê wesa kirêt nekin”.