Ferhan Cewher: Îran dixwaze Herêma Kurdistanê bixe nav kûratiya sitratejiya xwe

Ferhan Cewher
Ferhan Cewher

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekerekê siyasî amajeyê dide, “Îranê ew yek veneşartiye ku ji piştî sala 2003ê were armanca wê ew bûye ku Herêma Kurdistanê ji bo Tehranê bibe kûratiya sitratejiyê, lê Herêma kurdistanê ew yek qet qebûl nekiriye”.

Şirovekerê siyasî Ferhan Cewher îro (Înî, 19.1.2024) taybet ji K24ê re got, “Îranê li ser zarê medyayên fermî û yên nefermî ew yek veneşartiye ku ji piştî sala 2003ê were armanca wê ew e ku Herêma Kurdistanê ji bo Tehranê bibe kûratiya sitratejiyê”.

Ferhan Cewher bal kişand ser wê yekê jî ku, “Merema Îranê ew e ku Herêma Kurdistanê wekî Yemenê û cihên dî yên deverê bikeve kûratiya sitratejiya wê, û eger ev yek çê nebe jî, dê wê bike armanc”.

Wî şirovekerê siyasî behsa wê yekê jî kir ku, “Herêma Kurdistanê di çarçoveya qanûnê û rêkarên giştî de li ser hemî lihevkirin û peywendiyên asayî pabend e, lê qet berhev nîne xwe bide destê çi xwesepandinekê”.

Navbirî amaje da, “Givaştin û rengvedaneka mezin li ser astê navdewletî li beranberî êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Hewlêrê çê bûye ku bi wê rêyê şermezar kiriye û roj bi roj zêdetir rengvedan çê dibin”.

Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.