Ji bo 26 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hişyariya barîna berfê tê dayîn

Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo 26 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hişyariya barîna berfê dide û dibêje, tê pêşbînîkirin germahiya keşûhewayê heta 10 pileyan di bin sifirê re dakeve.

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyeyê bi hişyarnameyekê ragihand, tê pêşbînîkirin îro li 26 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê berf bibare û germahiya keşûhewayê heta 10 pileyan dakeve.

Li gor hişyarnameyê, berf herî zêde dê li bajarên Bakurê Kurdistanê bibare û divê welatî beramber egerên nexweş hişyar bin.