Li Wanê 20 kes di bûyereke trafîkê de birîndar bûn
Diyarbekir (K24) – Li Wanê Basek biçûk a rêwiyan qeza kir û di encamê de 20 kes birîndar bûn, hat ragihandin ku rêwiyên birîndar bûne ji aliyê tîmên hawarçûnê de bo nexweşxaneyên derdorê hatine rakirin.
Hat ragihandin ku li Wesatana Wanê basek biçûk a rêwiyan qeza kiriye û di encamê de gorî arahiyên destpêkê 20 kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin ji ber sedemek nediyar basa rêwiyan ji rê derketiye û ji kendalekê ketiye xwarê.
Kesên ku di encama qezayê de birîndar bûne ji aliyê tîmên hawarçûnê yên çûyîn cihê bûyerê ve bo nexweşxaneyan hatine rakirin. Hat zanîn ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye vekirin.