Li gundên Şirnexê bilindahiya berfê gihişte 3 metreyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundên Şirnexê bilindahiya berfê gihişte sê metreyan û rêya bi dehan gundan girtî ne.
Ev du roj in pêleke berfê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê girtiye û bi taybet li bajarokê Baytûşebapê yê ser bi Şirnexê ve berfeke zêde barî û rêya hin gundan hate girtin.
Li wî bajarokî bilindahiya berfê gihiştiye sê metreyan û tîmên girêdayî parêzgehan hewl didin rêyan vekin.