Şivan Perwer: Êrîşên Îranê li dijî hemû nirxên mirovatî, olî û yasayî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend Şivan Perwer êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar kir, ku sivîlên bêguneh kirin armanc û got: “Tiştê ku Îranê kiriye neheqî ye û nabe ti Kurd vê yekê qebûl bike, ji ber ku li dijî hemû nirxên olî û mirovî ye.”
Hunermend Şivan Perwer derbarê êrîşa mûşekî ya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re got: “Êrîşa Îranê nayê qebûlkirin, ne însanî ye, ne ji Xwedê ve, ne ji ti olan ve û ji hiqûqa mirovatiyê ve tê qebûlkirin.”
Şivan Perwer tekez dike: “Mafê wan tune ye ku mafên kurdan dagir bikin, hinek wijdan, dilovanî û mirovatî bi wan re hebûya, ev yek dê nekirina û rêzê li miletê kurd bigirtanan. Em miletekî mezin in, em perçe perçe kirin. Bi ser de jî di nava bajar, tax û malên me, bombeyan bi ser me de dibarînin. Ev neheqiyeke mezin e. Kes nikare vê neheqiyê qebûl bike.”
Herwiha Şivan Perwer bang li gelê Kurd kir ku yekrêz û çalak bin û got: “ Divê kurd vê neheqiyê qebûl nekin, çi dibe bila bibe, em serê xwe natewînin, li dijî zilmê em serê xwe natewînin û em ê li ber xwe bidin.”
Amaje bi wê jî kir: “Me mafê ti kesî ye binpê nekiriye, her tim wan bi awayên curbecur mafên me binpê kirine, zarokên me dikujin û bajarên me bombebaran dikin, mafê wan nîne vê yekê bi gelê Kurd re bikin.”