Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîmên salvegera şehîdên 1ê Şibatê tên kirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmên salvegera şehîdên 1ê Şibatê li Hewlêrê tên kirin.

Îro (Pêncşem, 1ê Şibata 2024ê) bîst sal bi ser karesata 1ê Şibata 2004ê re derbaz dibin, ku li sibeha roja yekê ya cejna Qurbaniyan, du terorsitên xwekuj bi şûtikên bombekirî cuda û di eynî demê de çûn nav bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbenda Sêyê ya YNKyê li Hewlêrê û xwe peqandin, ku ji bo pîrozkirina cejnê merasîmên pêşwazîkirina welatiyan hatibûn rêkxistin.

Ji ber wan peqînan, li her du bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbenda Sêyê ya YNKyê 103 welatî şehîd bûn û 246 welatiyên dî jî birîndar bûn.

Fly Erbil Advertisment