Ehmed Enwer: Karekê baş li ser qanûna çaksaziyê hatiye kirin

Ehmed Enwer
Ehmed Enwer

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Heta niha me çar raport şandine perlemanê. Li dû datayên me, karekê baş li ser qanûna çaksaziyê hatiye kirin”.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer îro (Sêşem, 6.2.2024) ji K24ê re ragehand, “Li Civata Wezîran deng li ser Karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat dan, hemî bendên kertên jiyanê tê de bûn, ku divê çaksaziyeka tevalî bê kirin”.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê got, “Hindek ji wan datayên ku hatine behskirin girêdayî qanûna çaksaziyê ya mûçe, dermale û xanenişîniyê ne, şeş pişkan vedigire. Em wekî Desteya Destpakiyê hatine raspartin ku li dû qanûnê lidûçûnê ji bo bicihanîna wê qanûnê bikin”.

Enwer Ehmed amaje jî da, “Heta niha me çar raport şandine perlemanê ku di bin tozê ve mabûn, û li dû datayan karekê baş li ser çaksaziyê hatiye kirin. Rast e ku hindek maye, lê ji ber ku Herêma Kurdistanê nêzî hilbijartinan e û divê hilbijartinan bike û dikeve gera xwe ya nû, lê heta niha berdewam e û kar li ser wê tê kirin”.

Navbirî herwesa got, “Pêngava duyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eliktironîkirina xizmetkariyan e, pirojeya Hejmara Min a herî dawiyê ye. Pêştir jî îqame, pasport, dadnivîs û xerciyên hikûmetê hemî hatibûn eliktironîkirin. Ew jî xaleka dî ya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye”.

Li dawiyê jî ragehand, “Xaleka dî me li dû datayên Berçileya sala 2022ê ragehand, di çend rojên bê de jî em dê tevaya raporta sala 2023ê rabigehînin. Doz ji wan zêdetir in ên ku di sala borî de ji bo dadgehan hatine şandin ku 235 doz bûn, ên ku niha li her sê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê li bin lêkolînê ne zêdetirî 800 dozan in”.

Fly Erbil Advertisment