Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê pêk tê, gihîşt Bexdayê.
Berdevkê Wezareta Darayî Hunar Cemal ji K24ê re ragihand, hikûmetê biryar daye bi mebesta pêkanîna tîmeke hevbeş ji bo yekxistina rêkarên darayî û jimêryariyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de, şandeke hevbeş a Rêveberiya Jimêryariyê ya Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê.
Biryar e şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend rojan li Bexdayê bimîne û li gel tîmên hevbeş ên Wezareta Darayî ya Iraqê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê beşdarî çend xulên hevbeş bibe.
Herwiha biryar e şanda Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtinan ligel aliyên pêwendîdar ên Iraqî pêk bîne û yasaya neft û gazê û çareserkirina kêşeyên li ser hinartina petrolê gotûbêjan bike.
Ji destpêka îsal ve, ev sêyemîn şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku diçe Bexdayê, ji bo çareserkirina pirsa mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya sererastkirina yasaya bûdceya giştî ya Iraqê.