Nebez Ebdulhemîd: Planên rûbirûbûna lehiyan serkeftî bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Qeymeqamê Navenda Hewlêrê da zanîn, wan pêşwext li avahiya parêzgariya Hewlêrê civînên pêwîst lidar xistin da ku rê li her bûyereke nexwestî bê girtin. Got jî: Planên me yên li hember lehiyan serkeftî bûne.
Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, li gorî pêşbîniyên rewşa keşûhewayê, wan pêşwext li ofîsa parêzgeha Hewlêrê civînek li dar xistiye, da ku xwe amade bikin ji bo rêgirtin li her rûdaneke nexwestî.
Nebez Ebdulhemîd diyar kir, tîmên wan li hemû cihên Hewlêr û navçeyên derdora ku metirsiya kombûna rêjeyeke zêde avê heye, hatine bicihkirin.
Da zanîn jî, li Hewlêrê av derbasî 80 xaniyan bû û 11 otombîl jî ziyan dîtine, beşek ji wan jî ji ber xemsariya xwediyên wan. Got jî: tenê şeş dikan li nêzîkî Pira Seydawa di bin avê de man.
Nebez Ebdulhemîd amaje bi wê yekê kir, di çend rojên borî de bi pêla baranê re ku Herêma Kurdistanê hebû, ew di erkên de serkeftî bûn, bi sedema pilanên ku di dema borî de ji aliyê serokatiya Encûmena Wezîran ve û hatibûn danîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe jî piştevanî lê kiribûn.