Di Kabîneya Nehem de biryara cîbicîkirina 132 projeyan li Helebceyê hatine dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, heta niha 132 proje ji bo Helebceyê hatine danîn û piraniya wan jî hatine encamdan.

Helebce çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê ye. Rûbera parêzgehê 889 kîlometre çargoşe ye. Nifûsa navenda bajarê Helebceyê ji 140 hezar kes e. Parêzgeh ji 156 gund, 3 nahiyan û qezayekê pêk tê: Sîrwan, Bemo, Biyara û qezaya Xurmal.

Geştyariya Helebceyê

Helebce ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, yek ji bedewtirîn deverên geştiyariyê yên Kurdistanê ye. Navçeyên geştyarî yên herî diyar ev in: Çawg, Bawekoçek, Gulan, Avêsar û Zelm. Li gor amaran salane nêzîkî 300 hezar geştyarên xwemalî û biyanî serdana wê dikin.

Çandiniya Helebceyê:

Di warê çandiniyê de, li parêzgeha Helebce 110 hezar donim erdê çandiniyê heye. Salane 60 hezar donim erd bi genim tê çandin, yên din jî baxçeyên curbicur û darên hinar, zeytûn, gûzan û darên din in.

Festîvala herî diyar a Helebceyê, Festîvala Hinar û Payîzê ye ku heta niha 9 geran hatiye lidarxistin. Îsal zêdetirî 270 hezar geştiyar serdana festîvalê kirin. Zêdetirî 900 pispor, cotkar û baxçevan jî beşdar bûn.

Projeyên Veberhênanê

Di çar salên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li parêzgeha Helebceyê biryara cîbicîkirina 132 pirojeyên curbicur hatine dayîn; 75 proje hatine temamkirin, 29 proje di warê cibicîkirinê de ne û 28 proje jî rawestiyane.