Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Seyîd Muhsin Tawgozî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî behînameyekê arasteyî malbata wî dike.
Ji bo koça dawiyê ya Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 22.02.2024) peyameka hevxemiyê belav kir ku tê de nivîsiye, “Bi mixabiniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê diyar ê civaka Kurdistanê û Serokê Eşîreta Tawgozî, kek Seyîd Muhsin Mihemed gehişt me”.
Serok Barzanî herwesa nivîsiye, “Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim”.
Deqê behînameya Serok Barzanî ji bo malbata Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî:
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê diyar ê civaka Kurdistanê û Serokê Eşîreta Tawgozî, kek Seyîd Muhsin Mihemed gehişt me.
Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.
Ez daxwazê ji Xudayê mezin dikim ku canê Xudêjêrrazî Seyîd Muhsin Mihemed bi ber rehma xwe bixe û bi behişta berîn şa bike, sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
22ê Sibata 2024ê