Şandeke Israîlê ji bo agirbestê diçe Qeterê

Xwenîşandana kesûkarên revandiyên Israîlî - Televîv
Xwenîşandana kesûkarên revandiyên Israîlî - Televîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Şerî ya Israîlê razî dibe ku şandeke danûstandinan li van nêzîkan ji bo agirbestê û azadkirina revandiyên bin destê çekdarên Hemasê biçe Qeterê.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokwezîrê Israîlê Tzachi Hanegbi ji kanala 12ê ya welatê xwe re ragehand, Şanda Danûstandinan ji Parîsê vegeriyaye û derfetek heye ku bigehin lihevkirinê, wê şandê naveroka danûstandinên Parîsê bi Civata Şerî re behs kir.

Derengê şeva borî, piştî civîna Civata Şerî û şanda ji Parîsê vegeriyayî bi serokatiya Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Israîlê David Barnea, civat razîbû ku di çend rojên bê de şandek ji bo danûstandinên li ser lihevkirina agirbestekê ji bo dema çend heftiyan biçe Qeterê, pêxemetî azadkirina revandiyan û guhertina wan bi êxisîrên Filistînî yên li bin destê Israîlê re.

Israîl daxwaza azadkirina tevaya revandiyên 7ê Cotmeha 2023ê dike, Şêwirmendê Bejamin Netanyahu dibêje, “Lihevkirineka bi vî awayî wê manayê nade ku şer bidawî hatiye”.

Bizava Hemasê jî ji aliyê xwe ve ji bo agirbestê daxwaza rawestandina şerî û vekêşana artêşa Israîlê ji tevaya kertê Xezzeyê dike, lê Serokwezîrê Israîlê şert û daxwazên Hemasê red kirine, li ser berdewamîdana şer û êrîşan rijd e û heta serkeftina seranserî paşve venagere.

Kesûkarên revandiyên Israîlî careka dî li çend cihên Televîvê civiyan ji bo ku givaştinê bixin ser Hikûmeta Israîlê ku lezê di azadkirina revandiyan de bike, lê ji ber rûdana tundûtîjiyê li bernaberî bingeha artêşê li Televîvê, polîsan 18 xwenîşander blindest kirin.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin.