Fuad Husên ji K24ê re: Ti rewşeke metirsîdar li Iraqê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, guftûgoyên di navbera Komîteya Bilind a Leşkerî ya Iraq û Amerîkayê de berdewam in û emê li ser bingeha van gotûbêjan biryarê li ser peywendiyan bidin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji K24ê re ragihand, ti rewşeke metirsîdar li Iraqê nemaye û dibe ku gereke din a danûstandinan di navbera her du aliyan de li Washingtonê pêk were.

Pêştir jî Serokwezîrê Iraqê di civîna ligel Cîgira Serokê Amerîkayê de tekezî li ser berdewamiya gotûbêjan bi riya Komîteya Bilind a Hevbeş kiribû, ji bo bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) berî niha ragihandibû, ti daxwazeke fermî ji Iraqê ji bo vekişandina hêzên xwe wernegirtiye.

Ew aliyên ku daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dikin, heman ew alî ne ku piştî sala 2003’an bi hatina Amerîka re, hatine ser desthilatdariyê.