Li gundekî Diyarbekirê di hilbijartina muxtariyê de şer derket: Kuştî û birîndar hene

Gundê Cirnekê
Gundê Cirnekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî navçeya Sûrê ya Diyarbekirê li ser hilbijartina muxtariyê, şer derket û kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê, li gundê Cirnekê yê ser bi navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ve, ji bo muxtariyê şer derket û kesek hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, hin kes hatine desteserkirin û kesên birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Her li gorî zanyariyên peyamêrê K24ê, alozî berdewam dike û hezên ewlehîyê li cihê bûyerê ne û hewla kontrolkirina rewşê didin.