Wayne David: Em ji nêz ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Hikûmeta Brîtanyayê radigehîne, “Em hemî qerdarên Pêşmergeyan û xelkê Kurdistanê ne”. Herwesa dibêje, “Em gelek ji nêz ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin û me peywendiyên baş hene”.

Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Hikûmeta Brîtanyayê Wayne David îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Em gelek ji nêz ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin û me peywendiyên baş hene”.

Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Hikûmeta Brîtanyayê herwesa ragehand, “Divê dadgeh azad bin û di ser sersiyasetê de bin û di hemî welatên demokrat de serxwebûna dadgehan hebe”.

Wayne David amaje jî da, “Em bi tundî dijî şerxwaziya Îranê li Kurdistanê ne”.

Navbirî tekez jî kir, “Divê hemî biryar bi lihevkirina hemî aliyan bin. Eger ne, dê bêbingeh bin”.

Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Hikûmeta Brîtanyayê herwesa got, “Ez ji kiryarên Dadgeha Federalî nîgeran im, gelek giring e li her welatekê bangeşeya demokratiyê dike serxwebûna dadgehan hebe”.

Wayne David tekez jî kir, “Em ji şerxwaziya Îranê li cîhanê û taybet li Kurdistanê nîgeran in, divê Civaka Navdewletî helwesteka tund hebe û li dijî karên wesa rabiweste”.

Navbirî herwesa eşkere kir, “DAIŞ hêşta li ser tevaya cîhanê gef e, Pêşmergeyan gelek aza û bihêz û wekî qehremanan li dijî DAIŞê şer kir û me jî mil bi milê wan şer kir, lewma divê dostîniya me ber bi pêşv ve biçe û bihêztir bibe”.