Ahmet Turk bi fermî bû Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

Diyarbekir (K24) – Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, îro (03.04.2024) piştî nîvrojê mazbataya xwe girt û êdî bi awayî fermî bû şaredar. Ahmet Turk, ligel parlamenter û siyasetmedarên Dem Partiyê, piştgî girtina mazbatayê kêfxweşiya vê kêliyê bi welatiyên Mêrdînê re parve kir.

Piştî bidawîbûna hilbijartinên 31ê Adarê ku şaredarî û rêveberiyên herêmî tê de hatin destnîşankirin, namzedê Dem Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, mazbataya xwe ji Lijneya Hilbijartina a Mêrdînê girt.

Ahmet Turk, mazbatayê ligel parlamenterên Dem Partiyê yên Mêrdînê Kamuran Tanhan, Bêrîtan Guneş, George Aslan û Hevserokên Dem Pertiyê yên Mêrdînê Mehdî Tunç û Necla Acibûca girt. Piştî girtina mazbatayê Ahmet Turk û şanda Dem Partiyê ketin nav welatiyan û van kêliyan bi hev re parve kirin.

Ahmet Turk, piştî girtina mazbatayê daxuyaniyek da û got ku “Gelê me yê birêz. 31ê Adarê, bi serkeftina gelê me tacîdar bû. Bi rastî jî gelê me li hember qeyûman, li hember bêhiqûqiyê û li hember zilmê vîna xwe dane holê û encam û serkeftineke mezin bi dest xist, bi vê yekê re jî bû mînaka azmûneke serkeftî. Merdîn, bajarekî me yê pirgel û pirbawerî ye, di vê hilbijartinê de tenê tevkariya Kurdan tuneye, em bi tevkariya Ereban, Suryaniyan û hemû gelan gihîştin van encaman.

Fly Erbil Advertisment