Hevserokê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê behsa bernameya xwe dike
Diyarbekir (K24) – Piştî bi dawîbûna hilbijartinên şaredariyan, çav li rê ne ku belgeyên erkdarkirinê radestî namzedên serkeftî bên kirin da ku bikaribin li herêmên xwe rêveberiyê bikin. Li Diyarbekirê jî hiqûqnasên ku di nav siyaseta çalak de ne pêvajoya piştî hilbijartinan nirxand û namzedên serkeftî yên şaredariyan jî qala xizmetên xwe yên destpêkê kirin.
Ji namzedên şaredariyan, heta namzedên meclisên şaredarî, meclisên bajêr, muxtar û azayan; hemû namzedên serkeftî yên piştî hilbijartinên herêmî, niha çaverê ne ku mazbatayên xwe ango belgeyên erkdarkirina xwe bigirin. Li Diyarbekirê jî rêveberên Partiya Gelecekê, pêvajoya piştî hilbijartinan hem ji aliyê siyasî hem ji aliyê hiqûqî ve nirxandin.
Serokê Partiya Gelecekê yê Şaxa Diyarbekirê û Hiqûqnas Aydin Altaç ji K24ê re got: “Bi rastî ev bûyera ku li Wanê çêbû, tiştekî cuda ye. Rojek du roj dimînin ji hilbijartinan re tiştên cuda û nû derdixin holê. Sedem û armanc çi ye? Ji bo ku mazbatayan nedin û em bibêjin ku heta îro li herêmê şaredarî bi awayekî bi destên qeyûman dihatin rêvebirin, niha jî rengên wan cuda dikin. Em bibêjin astengiyekê derdixin û dibêjin bila ev nebe, bila namzedê duduyan be, namzedê duduyan kî ye? Namzedê Ak Partiyê ye.”
Piştî bidestxistina van belgeyên fermî, dê hemû namzedên serkeftî li bajar, navçe, gund û taxan bikaribin dest bi karê xwe bikin. Hevserokê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê jî qala kêmasiyên xizmetê kir û ragihand ku welatî ji ku derê bixwazin, ew ê ji wê derê dest bi xizmetê bikin.
Hevserokê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê Sîraç Çelîk got: “Bi rastî a niha hewcedarî bi avahiyan heye, lê beriya avahiyan hûn jî dizanin li navçeya Rezan mêjiyên ciwanên me bi dermanên hişbir hatiye tevlihevkirin. Hem madeyên hişbir hem fuhuş, hewcedarî heye ku bi lezgînî em li ser van mijaran bisekinin û projeyan çêbikin. Lê ji aliyê aboriyê ve jî li her derê jî pirsgirêk û talan hene.”
Piştî wergirtina mazbatayan, namzedên hilbijartî dê li gorî qadên ku hatine hilbijartin, dest bi xizmetan bikin. Welatiyên Diyarbekirê jî çaverê ne ku di serdama nû de xizmetên nûjen bên kirin.